Soylu: Eger koçber bêjin em naçin jî em dê wan bisînin!

Soylu: Eger koçber bêjin em naçin jî em dê wan bisînin!

PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku koçberên ku li bajarekî din qeydkirî ne lê li Stenbolê dijîn ew dê bêne şandin.

Wezîrê tirk Suleyman Soylu ji televîzyoneke tirkî re derbarê polîtîkaya Tirkiyê ya di derheqê koçberan de axivî. Soylu da zanîn ku ew dê koçberên ji Stenbolê bişînin wan bajarên k lê qeydkirî ne. Soylu wiha axiv: “Divê em bizanibin bê kî li kû derê ye. Eger koçber bêjin em naçin jî, ew dê biçin. Pêwist e em pergalekê saz bikin.”

Suleyman Soylu da zanîn ku li Tirkiyê bi tevahî 5 milyon koçber hene û ji van milyoneke û 23 hezar jê qeydkirî ne.

Soylu, “Tirkiyê bi tevahî 5 milyon koçber hene û ji van milyoneke û 23 hezar jê qeydkirî ne Di nava wan de xwendekar hene, xebatkar hene. Ev demek dirêj e li Tirkiyê dijîn. Tirkiyê bi polîtîkayên hevseng nêzî vê mijarê dibe. Ev 8 sal e ku em derbarê Sûriyeyiyan de gavên  stratejîk diavêje û mijarkeke ku hemû dinya ji heq dernayê bi awayekî serkeftî birêve bir.”

Wezîrê tirk diyar kir ku li Stenbolê milyonek 69 koçberên qeydkirî hene. Ji vana 547 hezar jê Sûriyeyî ne: “Heta niha li Stenbolê me 6 hezar 122 kes zeft kirin. 2 hezar 600 ji wan afganî ne, bi qasî hezarî jî Sûriyeyî ne. Em van gişan xeft dikin. Sûriyeyî ne tê de em wan dişin navendan şandinê. Ji bo Sûriyeyiyan jî me heta 20ê Tebaxê mohlet daye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin