PeyamaKurd – Şandeke Herêma Kurdistanê vê hefteyê serdana Bexdayê dike û bi rayedarên Iraqî re hevdîtinan pêk tîne.
Piştî serdana Kurdistanê ya Şanda Bilind a Iraqê ku hefteya borî pêk hatibû, hikûmeta herêma Kurdistanê ragihandibû ku dê di çarçoveya danûstandinên komîteyên hevbeş ên çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê de, şandeke Kurdistanê jî serdana Iraqê bike.
Li gorî zanyariyan dê şanda Kurdistanê ya ji bo genegeşekirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê vê hefteyê (roja Sêşemê) serdana Iraqê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin