PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî IŞÎDê li Dêra Zorê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Niha hindik maye ku tevahiya Herêma Dêra Zorê bikeve destê HSDê de. Piştî vê jî operasyona Efrînê wê were destpêkirin.
Hat ragihandin ku piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Herêma Dêra Zorê bi tevahî standin; wê operasyona Efrînê bidine destpêkirin. Operasyon wê berfireh be û ji bo Cerablûs, Ezaz û Efrînê were kirin. Li gorî îddayan, HSD ji bo vê operasyonê bi erkdarên Koalîsyonê û navnetewî re, ji bo demeke dirêj gotûbêjan dike û taliyê bi wan re li hev hatine.
Ev îdda ji aliyê HSDê ve nehatine derewandin û gotin ku hê jî gotûbêjên me bi erkdarên koalîsyonê re didomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin