PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di roja 40emîn a destpêkirina êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê de, hewil hatiye dayîn ku herêmên nû dagir bikin û destnîşan kir, piştî dewriyeya Rûs-Tirk a li Eyn Îsayê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê bi çekên giran û tankan êrîşeke mezin dane destpêkirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat ragihandin ku di roja 40emîn de artêşa Tirkiyê û çekdaran hewl dane herêmên nû dagir biken û tevgera xwe ya hewayî ya li seranserê herêmên eniyê domandine ku balafirên keşfê yên dewleta tirk li ser gundên asuran geriyane.
HSDê dawiyê da zanîn, piştî dewriyeyeke hevpar a bi hêzên Rûsyayê ya li Eyn Îsayê, bi çekên giran û tankan û hejmareke zêde ya çekdaran êrîşî herêmê kir û xwest herêmên nû dagir bike.
Herwiha piştî dewriyeyê, Tirkiyê li depoyên genim ên Şêrgirakê, careke din vegeriya û qad dagir kir û çekdarên xwe li wir bi cih kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin