PeyamaKurd – Li Iraq û Herêma Kurdistanê di çend rojên dawî de, hejmarên kêmtir ên pêketin û mirinên ji vîrusa koronayê têne tomarkirin.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, di 24 saetên borî de hejmara pêketiyên koronayê daket 488 kesan û 21 mirinên ji wê nexweşiyê hatin tomarkirin.
Herwiha Wezareta Tenduristiya Iraqê jî di daxuyaniya Îro Duşemê ya amarên dawî yên Koronayê de ragihand ku piştî demeke dirêje hejmara mirinan kêm bûye li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê 38 mirinên rojekê hatine tomarkirin.
Herwiha hejmara pêketinan jî 2.136 kes hatin tomarkirin ku bi van amarên dawî re, hejmara pêketiyan gihîşt 537 hezar û 457 kesan, ya mirinan bû 11 hezar û 996 kes û 467 hezar û 654 kes jî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê jî hejmara pêketiyan gihîşt 93 hezar û 921 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 15 kes û heta niha 58 hezar û 105 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin