Wezareta Pêsmerge: Dabînkirina derziya Korona ji bo Pêsmerge red kir

Wezareta Pêsmerge: Dabînkirina derziya Korona ji bo Pêsmerge red kir

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê dabînkirina derziya Korona ji aliyê Amerîka ve bo lîwayên taybet ên Wezareta Pêşmerge, red kir.

Nûçeya dabînkirina derziya Koronayê ji bo lîwayên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge di çend malper û pêgehên medyaya civakî de hatibû belavkirin, lê Rêveberê Karûbarên Pizîşkî li Wezareta Pêşmerge, ew zanyarî bi temamî red kir.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, têkildarî belavbûna wan zanyariyan, wan têkilî bi Rêveberê Karûbarên Pizîşkî yê Wezareta Pêşmerge Dr. Rizgar Elî kiriye û tekez kir: “Belavbûna nûçeya dabînkirina derziyê ji aliyê Amerîka ve bo lîwayên taybet ên Wezareta Pêşmerge di çend malper û kanalên medyayê de, nûçeyeke nerast e.”

Rêveberê Karûbarên Pizîşkî yê Wezareta Pêşmerge daye zanîn, çavkaniya fermî ya karûbarên tendirustî li Wezareta Pêşmerge ew in û têkildarî derziyê jî heta niha tu zanyarî negihîştine wan.

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin: “Tevî ku weke Rêveberiya Karûbarên Pizîşkî li wezaretê, me daxwaz ji hevpeymanan kiriye derziyê ji hêzên me re dabîn bikin, lê heya niha hevpeymanan bersiva vê daxwaza me nedane.”

Dr. Rizgar Elî diyar dike: “Her dema ku me bersivek erênî wergirt û derzî gihîşt destê me, wê demê em dê ji kanalên medyayê, xwişk û birayên xwe yên Pêşmerge re ragihînin. Ji bilî vê yekê ya ku di malper û kanalên medyayê de hatiye belavkirin, ji rastiyê dûr e.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin