PeyamaKurd – Karvedana ser şehîdkirina ciwanê Kurd Emîn Îsa ku piştî ser girtina wî bi 27 rojan ji aliyê asayîşa PYDê ve cenazeyê wî bo malbata wî hatibû radestkirin berdewam dike.
Rêveberiya Xweser û medyaya wê destpêkê înkar kirin ku ew bi îşkenceyê li girtîgeheke Hesekê hatibe kuştin û li beramber wêne û raporê pizîşkî yên derbên îşkenceyê eşkere dikirin jî wêneyên bi wan hatibûn leyîstin û şopên îşkenceyê ji wan hatibûn paqijkirin belav kirin û îşkenceya li girtîgehê li Emîn Îsa hatiye kirin veşartin.
Piştî ku malbata Emîn Îsa dîmenên rastîn vê carê wekî vîdyo jî belav kirin û îşkenceya dijwar a hatiye kirin derket holê û ji raya giştî ya navxweyî û navnetewî jî bertek û şermezariyên tund li dijî vê kiryara hovane nîşan da Rêveberiya Xweser jî neçar ma paşde gav bavêje û bêje, wan lêkolîn ji bo zelalkirina bûyerê daye destpêkirin.
Çend roj berê bi erkdarkirina Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî şandek çû serdana şîna Emîn Îsa û da xuyakirin ku wan komîteyeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina bûyerê ava kiriye û heger kuştina bi îşkenceyê piştrast bibe wê kesên berpirsiyar werin cezakirin.
Lê belê tevî van rastiyan û dîmenên malbatê belav kirine jî hin nivîskar û medyayên bi ser PYDê û Rêveberiya Xweser de, îşkenceya hovane ya li Emîn Îsa hatiye kirin û bûye sedema şehîdbûna wî wekî îdia nîşan didin û piştî bertekên tund jî bi zimanekî dudilî wiha dibêjin:
“Welatiyekî Sûriyê yê bi navê Emîn Îsa Emîn li gorî îdîayê, di girtîgeha asayîşa Rojavayê de bi îşkenceyê hatiye kuştin. Heta niha rastiya vê bûyerê tê lêkolînkirin. Lê belê di vê pêvajoya girîng de divê hemî aliyê Kurdan pir baldar bin. Lewra heke barekî wiha giran li ser PYDê bimîne, ev ji bo asayîşê û pêşeroja Rojavayê Kurdistanê jî kêmasiyeke pir mezin e û nayê qebûlkirin.”
Di dîmenên malbatê belav kirine de şopên îşkenceya li Emîn Îsa hatiye kirin, eşkere ye û nayê veşartin û wekî dibêjin, ne îdiayek e rastiyeke li ber çavan e ku lazime lêkolînên behsa wan tê kirin jî demildest bigihe encamê û berpirsên vê îşkence û kuştina hovane werin cezakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin