33 karker hatin revandin

33 karker hatin revandin

PeyamaKurd- Li Afxanistanê li bajarê Kandaharê 13 karkerên teknîkî ku di çêkirina rê de dixebitîn û 20 kesên ku wan diparastin, ji aliyê rêxistina Talîbanê ve hatin revandin.

Berdevkê wîlayeta Kandaharê Davut Ahmedî ragihand ku li bajarê Kandaharê, li navçeya Spîn Buldekê, Talîbanê êrîş bir ser xebatkarên şîrketekî ku rê çêdikir û di encamê de, 13 xebatkarên teknîsyen û 20 parastvanên wan revandin.

Dema polis bo rizgarkirina xebatkaran giha ciyê bûyerê şer û pevçûn di navbera her dû aliyan de derket û di encamê de 4 polîs hatin kuştin û 1 polîs jî birîndar bû. Ahmedî ragihand ku ew nizanin bê xebatkar û heresan birine ku derê lê bo rizgarkirina wan xebat dane destpêkirin.

Talîbanê heya niha tiştekî negotiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin