Mesrûr Barzanî: Vê carê serokkomarî mafê PDKê ye

Mesrûr Barzanî: Vê carê serokkomarî mafê PDKê ye

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser mijara posta serokomariya Iraqê destnîşan kir, ev post ji bo hemû xelkê Kurdistanê ye, ne ji bo kesek yan jî bo partiyekê, ji ber wê jî bi baweriya me mafê PDKê ye, ku vê postê werbigre û niha Dr.Fûad Husên hatiye kandîdkirin û PDK piştgiriya wî dike.

Mesrûr Barzanî îro li Pîrmamê dengê xwe avête sindoqa dengdanê. Piştre li ser pirsa posta serokomariya Iraqê, Mesrûr Barzanî bo Rûdawê axivî.

Derbarê hejmara zêde ya berbijêrên Kurd bo posta serokomariya Iraqê de, Mesrûr Barzanî da xuyakirin: “Eger aliyên Kurdî li ser berbijêrkirina kesekî li hev nekirin, me pêşniyar kiriye ku fraksyonên Kurdistanê di nava xwe de biryar li ser vê yekê bidin.”

Li ser helwesta aliyên Şîe derbarê berbijêrên Kurd û bi taybet PDKê yê bo posta serokomariya Iraqê jî Mesrûr Barzanî da zanîn, piraniya wan têgihîştineke baş hene li ser vê meseleyê û di vê baweriyê de ne, her weke çawan ku di nava Şîeyan de, fraksyona herî mezin mafê berbijêrkirina serokwezîriyê heye, aliyê piranî yê Kurdî jî mafê berbijêrkirina kesekî bo posta serokomariyê hebe.”

Mesrûr Barzanî got: “Bi nêrîna me ev post ê hemû xelkê Kurdistanê ye,yê aliyekê bi tenê nîne, yê kesekê jî nîne, divê ew kesê ku bo vê postê tê berbijêrkirin, nûneratiya piraniya xelkê Kurdistanê bike, lewma em di vê baweriyê de ne, ku vê carê heqê Partiyê ye ku vê berbijêrê bo vê postê pêşniyar bike, niha jî Dr. Fuad hatiye pêşniyarkirin ji aliyê Partiyê ve, bûguman em piştgiriya wî dikin û em hêvîdarin ku hemû aliyên din ên Kurdistanî jî piştgirî li nêrîna piraniyê bikin, di heman demê de jî li Iraqê jî me daxwaz kiriye, eger ku aliyên Kurdî nekarîn li ser berbijrekî li hev bikin, vê demê bila fraksayonên Kurdî li parlamentoya Iraqa Federal, ew deng bidin wî kesê ku baweriya piraniya xelkê Kurdistanê li gel wî ye, û ev dibe tekane berbijêrê xelkê Kurdistanê bo vê postê.”

Derbarê geşedanên herî dawî yên têkildarî pira posta serokomariyê di gotûbêj û danûstandinên li gel aliyên Iraqî de jî, Mesrûr Barzanî da xuyakirin: “Li gel hemûyan ev axavtin hatine kirin, piraniya wan wê yekê fêm dikin û di wê baweriyê de ne, çawan ku di nava aliyên Şîe de fraksyona mezin serokwezîr pêşniyar dike, bi heman awayî mafê Kurd e jî ku ji aliyê piraniya dengên Kurdî ve berbijêrê serokatiyê were pêşniyarkirin. Gelek kes li ser vê yekê têgihîştineke baş hene û piştevanî li vê bîrokeyê dikin.”

Li ser asta geşbîniya wan bo bidestxistina posta serokomariya Iraqê jî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got: “Ev hilbijartin e, em hêvîdarin ku rêz li nêrîna piraniya xelkê Kurdistanê bihê girtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin