Erdogan îstîfaya Suleyman Soylu red kir

Erdogan îstîfaya Suleyman Soylu red kir

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Soylu, piştî rexneyên li ser 2 saet berê ragihandina qedexeya derketina derve û qerebalixiya ku çêbûye, duh îstîfaya xwe dabû lê îstîfaya wî ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Erdogan ve nehat pejirandin.

Soylu li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî ragihand ku berpirsiyariya biryara qedexeyê li ser wî ye û ew ji erka xwe ya wezîrtiya navxwe vedikişe. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îstîfaya Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu red kir.

Serokomariya Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyê de ev yek aşkere kir û ragihand, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu bi awayekî serkevtî erkên xwe cîbicî anîne.

Hin çavkaniyan amaje bi wê yekê kirine, piştî nameya xwe ya îstîfayê, Suleyman Soylu bi armanca ku bi Erdogan re bicive, ber bi Stenbolê ve birêketiye.

Îstîfaya Soylu têkilî bi ragihandina biryara qedexeya çûnûhatinê li Tirkiyê ve hebû, ku pêr roja Înê hatibû ragihandin. Ji ber ku biryara qedexeyê dereng hatibû ragihandin û bibû sedema qerebalixiyê li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, wezîrê navxwe û hikûmeta Tirkiyê bi giştî rastî gelek rexne û nerazîbûnan hatibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin