'Rêkeftina li ser budçeyê destkefta kabîneya nehem û yekdengiya kurdan a li Bexdayê ye'

'Rêkeftina li ser budçeyê destkefta kabîneya nehem û yekdengiya kurdan a li Bexdayê ye'

PeyamaKurd - Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) ragihand ku pejirandina beşa Kurdistanê di budçeya Iraqê de wek berhemê yekdengiya kurd û nîşandana niyeta pak a kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Rêveberê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Resûl Rauf ji medya Kurdistanê re ragihand: “Pejirandina beşa kurdan di budçeya Iraqê de berhemê yekdengiya piraniya kurdan bûye li Bexdayê, bi taybet jî lîsteyên PDKê û YNKê.”

Rêveberê PSDKê diyar kir ku ew rêkeftin destkefte kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê û encama westandina şandeya herêma Kurdistanê bû.

Resûl Raûf got: “Dikare ew rêkeftina aborî bibe hêvin û bingehê rêkeftina siyasî û çareseriya pirsgirêkên din ên girêdayî madeya 140 û navçeyên Kurdistanî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin