YNKê bersiv da nameya PDKê: Em dost in…

YNKê bersiv da nameya PDKê: Em dost in…

PeyamaKurd - Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bersiva nameya pîrozbahiyê ya bo salvegera damezirandina YNKê ku polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê şandibû da.

YNKê di nameya bersivê de got, “Em weke YNK tekezî li ser hevxebatî û dostaniya navbera me û hemahengiya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin.”

Polîtburoya YNKê ev bersiv da: “Em we ji vê yekê jî piştrast dikin ku di vê qonaxa niha de YNK ji hemû deman zêdetir yekdest û baştir yekhelwest e ji bo çareserkirina doza rewa ya gelê me û pêşxistina proseya siyasî li Iraqê û Herêma Kurdistanê û bêtir xizmetkirina bi xelkê Kurdistanê.”

PDKê 1ê Hezîrana 2019an bi şandina nameyekê 44emîn salvegera damezrandina YNKê pîroz kiribû û gotibû: “Em hêvî dikin ev bîranîn bibe handerê yekdestî û tebayiya navxweyî ya partiya we ya têkoşer û bibe sedema yekgotariya siyasî, hevpeymaniya rasteqîne û karê hevbeş ê hêz û aliyên siyasî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin