PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Donald Trump li ser damezrandina hevkariya leşkerî ya di navbera Misir, Urdin û 6 dewletên kendavê de dixebite. Yekîtiya wan dê weka “Îttîfaqa leşkerî û siyasî” be. Ragihandin ji aliyê ajansa Reutersê de hat kirin ku bingeha nûçeyê diçe ser rêvebirên Ereb û Amerîkayê.
Qesra Sipî dixwaze di warê sîstema parastina fuzeyan, perwerdehiya leşkerî, têkoşîna li dijî terorê, xurtkirina aborî û dîplomatîk ya herêmê û di mijarên din de “hevkariya kûr” bi hevre bikin.
Hevkarî dê bêhtir li dijî Îranê be.
Hevkariya Stratejîk ya Rojhilata Navîn
Li gor ragihandina DW yê Qesra Sipî û çavkaniyên Rojhilata Navîn projeyê weka “NATO ya Erebî” binavdikin. Proje bi xwe ya Hevkarî ya stratejîk ya Rojhilata Navîn MESA ye(Middle East Strategic Alliance) niha tê gotin ku dê di 12-13ê cotmehê de, di zîrwe ya ku tê plankirin de bê niqaş kirin.
Qesra Sipî di vê mijarê de peyamek da: “ Ev çend mehên dawiyê em bi hevkarên xwe re li ser planekî dixebitin.”
Amadekarî par destpêkir
Sala borî dema serokê Amerîkayê Donald Trump seredana Erebistana Si’ûdî kir û pê re peymaneka mezin ya firotina sîlihan çêkir, rêvebirên Si’ûdiyê fikrekî danîne ortê û xwestin pakteka ewlekariyê deynin lê daxwaz nehati cî. Hin çavkaniyên Ereban dibêjin bo car din li ser planê rawestin, xebat tên kirin.
Berdevkê Qesra Sipî yê Konseya Ewlekariyê di vê mijarê de beyana ku da weha ye: “MESA dê bi êrîşkariya Îranê re, bi terorîzmê re, bi tundiyê re dê têbikoşe û bi xwe re aramiyê bîne Rojhilata Navîn.”
Rêvebireke Îranê bo Reutersê weha ragihand: “Amerîka û hevkarên wê di herêmê de, di bin navê ‘di Rojhilata Navîn de çêkirina ewlekariyê û aramiyê’ de tansiyonê bilind dikin. Di mijara NATO ya Ereb de; ji bilî ku dijminahiya navbera me, hevkarên me û Amerîka û hevakrên wan yên Ereb geş bike, ti encamekî bi xwe re nayne.”
Lê dijminahiya di navbera Qatarê, Erebistana Si’ûdi û welatên Ereb yên din de, ambargoya ku ev 13 mehe heye, di mijarê de astenge. Baregeha Amerîkayê ya herî mezin ya herêmê li Qatarê ye û welatên din yên Ereb Qatarê bi destekkirina terorê tewanbar dikin. Tê gotin ku Riyad û Abû Dabî, di mijara îttîfaqê de bo Qatarê, ji aliyê hevkariya nû de garantî dane Amerîkayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin