Trump dixwaze dosyayê fireh bike

Trump dixwaze dosyayê fireh bike

PeyamaKurd- Komariyên Amerîkayê xwestin ku di lêpirsîna bo ezla serokatiya Donald Trump dosya bê firehkirin. Di nav wan de namzedê demokratan Joe Biden ku navê kurê wî Hunter Biden di dosya Ûkrayna de derbas dibe û kesê ku hevaxaftina Ûkraynayê şikayet kiriye û nasnameya wî nayê aşkerakirin, bila îfadeyên xwe aşkera bidin. Komarî lîsteya navan bi wî awayî şandin bo Adam Schiff ku serokê komîta îstîxbarata meclisa nûnera ye. Xwestin ku komîte li wan guhdarî bike.

Endamê komîta îstîxbaratê yê ji Komariyan Devin Nunes ragihand ku ji Schiff xwestiye bo dadwerî were cîh, divê bangî temamên navên di dosyayê de bikin û eger bangî wan nekin, wê darizandin adilane nebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin