PKK: Lesker û polîsên dîlkirî bi rûnistina ber HDPê venagerin mala xwe

PKK: Lesker û polîsên dîlkirî bi rûnistina ber HDPê venagerin mala xwe

PeyamaKurd – Baskê PKKê yê leşkerî HPGê hejmara leşker û polîsên di destê wan de dîl in eşkere kir û ragihand: “Leşker û polîsên dîl, bi çalakiya rûnûştinê ya li ber deriyê HDPê venagerin mala xwe.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand, 2 berpirsên Dezegaha Îstixbarata Tirkiye MÎTê û 9 leşker û polîsek di destê wan de dîl in û got ku ew ne di xema hikûmeta Tirkiyê de ne û pirsa wan nayê kirin.

Fermandarê HPGê Mahîr Denîz got: “Yên ku ev leşker girtin em in, aliyekî vî şerî em in, lewma mûxatab em in. Eger malbatên girtiyên di destê me de dixwazin zarokên xwe rojekê bi saxî û selametî bibînin, hingî bila ji rejîma AKP-MHP'ê bipirsin.”

Denîz diyar kir: “Malbatên leşker û polîsan dehan salan jî li ber deriyê HDPê rûnin ti kes venagere mala xwe. Divê pirsa vegera leşker û polîsan ne ji HDPê, ji AK-Partî û MHPê were kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin