21 kesên din ji koronayê mirin û 684 kes jî pê ketin

21 kesên din ji koronayê mirin û 684 kes jî pê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên rewşa vîrusa koronayê yên 24 saetên borî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya 1ê Cotmeha 2020an, li seranserê Herêma Kurdistanê 21 nexweşên Covid-19 can dane û 684 kesên din jî pê ketine.

Ji 684 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 229 kes li Hewlêrê, 60 kes li Silêmaniyê, 30 kes li Germiyanê û 337 kes li Duhokê û 28 kes li Helebceyê ne. Herwiha 283 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Herwiha ji 24 kesên ji Koronayê can dane jî ji wan 5 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê û 8 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî wiha ne:

Pêketin: 48494 (Hewlêr: 17905, Silêmanî: 16245, Duhok: 12623, Helebce: 1721)

Mirin: 1770 (Hewlêr: 569, Silêmanî: 898, Duhok: 266, Helebce: 37)

Başbûn: 30888 (Hewlêr: 14229, Silêmanî: 10238, Duhok: 4812, Helebce: 1609)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin