Benzînê bi xwe, jina xwe û keça xwe de rêt û agir berdayê

Benzînê bi xwe, jina xwe û keça xwe de rêt û agir berdayê

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Erxeniyê, li taxa Ezîziyê, siet li dora 7 ê êvarê, kesekî bi navê Cam Yılmaz (35) ewilî bi jina xwe Gullu (30) re munaqeşê kir. Paşî benzînê bi xwe, jin a xwe û keça xwe ya 12 salî ya bi navê Zeyneb ve dakir û agir bera tevan da.

Hat ragihandin ku bav maddeyên hişber bikartîne û ketiye krîzê û hem derûniya wî baş nîne. Piştî mudaxeleya ewilî ku bo her sêyan li nexweşxaneya Erxenê ya dewletê hat kirin, wan bi ambûlansan şandin Diyarbekirê nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê. Hat ragihandin ku jiyana Gullu Yılmaz di xeterê de ye.

Di dema bûyerê de 3 zarokên wan li mal nebûn û piştî bûyerê ji aliyê dewletê ve hat xistin bin parastinê. Lêpirsîn bo bûyerê hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin