PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, 30 sal berî niha îro 11.03.2021 serhildan û raperîna hemwelatiyan û rizgarkirina Hewlêrê pêk hat.
Di berdewama raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Beis a Iraqê de, welatiyên Hewlêrê jî di 11ê Adara 1991an de rabûn ser piyan û di demek kêm de bajêr ji rejîma Beis rizgar kirin.
11ê Adara 1991ê, welatiyên Hewlêrê serî rakirin û bi piştevaniya hêzên Pêşmerge û saziyên ewlehiyê ve, artêş, binkeyên polis û hemû saziyên din ên fermî dest danîn ser çekdarên rejîma Beis li daîreya ewlehiyê û menzûmeya şîmalî de hewldana berevaniyê bikin û hejmarek mezin ji wan hatin kuştin û pişt re jî hemû hatin girtin û beşek ji wan her li wê derê ji aliyê hemwelatiyan ve hatin gulebarankirin.
Rizgarkirina bajarê Hewlêrê û raperîn û serhildana gelê Kurd a roja 5ê Adarê, li Ranya destpê kir û pişt re beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê berdewam kir û bi rizgarkirina Hewlêrê ve, serhildan ket qonaxeke nû û serkeftina gel û hêzên Pêşmerge misoger bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin