PeyamaKurd – Wezîrê Wezareta Navxweyî ya Îranê Abdulreza Rahmanî, amarên ku Amnestyê belav kiribûn red kir û got ku di protestoyan de 731 avahîyên bankayan û 140 avahîyên dewletê zarar dîtine.
Rahmanî da zanîn ku dijî 50 navendan polîsan êrîş li dar ketine û 70 îstasyonên petrolê hatine şewitandin.
Wezîrê Navxweyî herwiha diyar kir ku bi qasî 200 hezar kes beşdarî protestoyan bûne û tenê ‘çend xwenîşander’ hatine kuştin û zêdetirî 1000 kes jî hatine desteserkirin.
Amnesty International (Rêxistina Efûya Navnetewî) ragihandibû ku di protestoyan de bi kêmî 143 xwepêşander hatine kuştin.
Navenda Mafên Mirovan ya Îranê ku li New Yorkê ye jî ragihand ku bi qasî 4 hezar xwepêşander hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin