PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew dê roja Sêşemê bi awayekî pir ciyawaz behsa mijara rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi, ku li avahiya Konsulxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê hate kuştin, bike.
Recep Tayyip Erdogan ku di merasîmeke taybet bi vekirina projeyeke metroyê li Stenbolê diaxivî, derbarê mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi de daxuyaniyeke nû da.
Erdogan ragihand, ew dê roja Sêşemê li parlamentoyê û di civîna fraksyona AK Partriyê de têkildarî mijara Cemal Xaşiqcî de biaxive û diyar kir, ku ew dê vê carê bi awayekî pir cuda behsa mijarê bike.
Serokkomarê Tirkiyê got, tawanên li dijî dewletê dikare ku bêne efûkirin, lê belê tawanên li hemberî millet nayên efûkirin û tekez kir, ku mafê dewletê nîne ku tawanên bi vî awayî efû bike.
Recep Tayyip Erdogan got: Tawanên li hemberî dewletê werin kirin, dewlet efû dike lê mafê dewletê tune ye, ku tawanên li hemberî milet hatine kirin, efû bike. Divê ev wiha were zanîn. Ez dê daxuyaniyên xwe yên di derbarê Cemal Kaşikçi de di civîna fraksyonê ya roja sêşemê de bidim. Ez dê roja sêşemê van tiştan bi awayekî cuda vebêjim.
Rojnamevanê Siûdî, Cemal Kaşikçi roja 2ê Cotmehê piştî ku serdana Konsulxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê kir, winda bû û ti agahî jê nehatin zanîn. Kaşikçi piştgirî dida çaksazîxwazên Siûdî û bo medyaya welatên rojavayî li ser Rojhilata Navîn nûçe amade dikirin.
Piştre Erebistana Siûdiyê duh Şembiyê di 20ê Cotmehê de bi fermî piştrast kir, ku Kaşikçi li nav avahiya konsulxaneya wî welatî ya li Stenbolê hatiye kuştin. Herwiha Şahê Siûdiyê li ser heman dosyeyê çend berpirsên payebilind ên hikûmetê ji kar avêtin.
Serdozgeriya Erebistana Siûdî daxuyaniyek belav kir û têde da xuyakirin, ku lêpirsîna di derbarê dosyeya rojnamevan Cemal Kaşikçi de berdewam dike û ji ber mirina Kaşikçi ya di konsulxaneya wî welatî ya li bajarê Stenbolê de, 18 welatiyên Siûdî hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya serdozgeriyê de hat destnîşankirin, ku tiliya kê di bûyera mirina Kaşikçi de hebe dê hesab ji wan were pirsîn û hemû rastiyên derbarê bûyerê de dê werin parvekirin.
Herwiha li gor biryarnameya şahnişîniya Erebistana Siûdî, tevî Cîgirê Serokê Îstixbarata Giştî yê Erebistana Siûdî Ehmed Esirî 3 peywirdarên payebilind ên din ên îstixbaratê ji kar hatine dûrxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin