Li Kirmanê herî kêm 3 polîs hatin kustin

Li Kirmanê herî kêm 3 polîs hatin kustin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina BasNewsê li parêzgeha Kirmanê ya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 3 polîs hatin kuştin. Qeymeqamê navçeya Kenûcê ya bi ser parêzgeha Kirmanê Wehdet Îdî ragihandiye ku nêzî bajarokê Kenûcê di navbera hêzên polîs û “qaçaxçî û çeteyan” de şer derketiye.

Li gor agahiyên qeymeqam; di şer de 3 polîs hatin kuştin û 2 polîs birîndar bûn. Li gor ragihandinê di şer de yek ji çeteyan hatiye kuştin.

Bi sedema agahî fermî ne, nehat zanîn bê qewimandin siyasiye an na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin