PeyamaKurd - Hevseroka HDPê Pervîn Bûldanê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, dixwaze bi dijderketina sonda nijadperestiyê Kurdan bikişîne aliyê xwe lê belê ew êdî nikare gelê Kurd bixapîne.
Bûldanê got ji bo hilbijartina şaredariyan ew hewl didin bi partiyên din ên Kurdî re tifaqê bikin û ji bo vê jî hevdîtin didomin. Herwiha ji bo bajarên mezin ji destê AKPê bên derxistin jî ew amadeyî tifaqan in.
Bûldanê diyar kir ku li hemberî qeyyûman pêwîstiya wan bi yekkirina hêzê heye û gelek partiyên ku bi wan re dîdar kirine amadeyî hevkariyê ne.
Ewê wiha dewam kir: "Ne tenê ji bo hilbijartinan, zordestiya li ser gelê Kurd diyar e, girtin, zîndanîkirin, êriş. Li dijî vê herkes hemfikr e ku Kurd hev bigirin."
Ji bo dijderketina Erdogan li hemberî sonda nijadperestî jî Bûldanê got ew dixwaze stratejiyeke wisa bimeşîne ku Kurdan bikişîne aliyê xwe, lê Kurd ne Kurdên berê ne û êdî bi gotinên Erdogan naxapin.
Ewê got li deverên wek Stenbol, Mêrsin, Antalya û Adanayê pêdivî bi hevpeymaniyê heye û ji bo vê xebatan dimeşînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin