PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Sûrê, li taxa Îskenderpaşayê, çayxaneyekî ji aliyê kesekî de hat gulebarankirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Kesê ku gulebaranê kir nasnameya wî diyar nîne lê dema reviya car din guleyan berda hewayê, guleya wî li Zarokekî 5 salî ket. Tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û birîndaran dibin nexweşxaneyê. Keçika birîndar dibin nexweş xanê lê li wê derê can dide. Di nav birîndaran de halê yekî nexweş e.
Kesê ku çayxanê gulebaran kiriye dema direve bi demança xwe bera hewa dide û keça bi navê Elfîn Günbey ku serê xwe xistiye paca malê, gule lê dikeve.
Du kesên birîndar birayên hevin û niha li nexweşxanê tên dermankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin