Leskerekî Tirk hat kustin yek jî birîndar bû

Leskerekî Tirk hat kustin yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Agiriyê di navbera artêşa Tirkiyê û endamên PKKê de, şer derket di encama wî şerî de, leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî ragihandina medya tirk, doh êvarê derengê şeve li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKiyan de, şer derket û di encamê de leşkerek hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Hat zanîn ku leşkerê birîndar ji bo Nexweşxaneya Dr. Yaşar Er Yilmaz ya Dewletê ya li navçeya Bazîdê hatiye veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin