PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demorkat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Îslah ji Bexdayê bi Serokatiya Emmar Hekîm kir û di hevdîtinê de avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Emmar Hekîm behsa rewşa siyasî ya Iraqê, prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin.
Her di civîna han de şanda mêwan ku nuneratiya çend enî û aliyên îraqî dikir, jiber serkeftina lîsteya PDKê di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.
Şanda mêwan herwiha behsa rola pêşeng ya PDKê li Kurdistan û Iraqê de kir û daxwaza vê yekê kir ku PDK rola xwe ya bibandor û çalak di prosesa siyasiya Îraqê de bilîze.
Her di heman civînê de behsa prosesa siyasiya Iraqê û avakirina hikûmeta Iraqê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime her sê pirensîbên hevsengî, lihev kirin û hevpariyê jî li ber çav werin girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin