PeyamaKurd - Îro roja çarşemê li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel şandeke bilind a Partiya Îslamî ya Iraqê civiya ku ji Dr. Eyad Samerayî Sekreterê Giştî û Suheyb Elrawî û Reşîd Ezawî Cîgirên Sekreterê Giştî û Dr. Nesîr Elanî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Îslamiya Iraqê pêkhatibûn.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî li civînê da Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî û Endamê Mekteba Siyasî yê PDKê Hoşyar Zêbarî û Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Husên amade bûn. Herwiha di derbarê rewşa Iraq û navçeyê û guhertinên li nav proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan hatiye kirin. Herwiha li ser rewşa parêzgeha Nînowa û proseya avadankirina Mûsil û rewşa nîştecihên wê parêzgehê jî hatiye gotûbêjkirin.
Her li vê civînê de metirsiyên hizra tundrewiyê û serhildana terorîstên DAIŞê guftûgo kirin û di vê derbarê de hemahengî û hişyariya hemû aliyekî bi pêwîst hate zanîn.
Li beşekî dinê vê civînê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan û hevkarî û hemahengiya Parlementoyê li navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Îslamiya Iraqê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin