Rûsya, Tirkiye û Îran 28-29ê mehê ji bo Sûriyê dicivin

Rûsya, Tirkiye û Îran 28-29ê mehê ji bo Sûriyê dicivin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Kayrat Abdrahmanov ragihand ku dê civîna 11mîn a Astanayê li 28-29ê Mijdarê were lidarxistin.

Abdrahmanov ji rojnamevanan re diyar kir, dê di civîna 11mîn a Astanayê de ji bilî welatên garantor Rûsya, Îran û Tirkiye, şanda hikûmeta Sûriyê, opozîsyona çekdar a Sûriyê, nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) û nûnerên Urdunê jî beşdariyê bikin ku bo wan vexwendname hatine şandin.

Yekem civîna Astanayê di meha Çileya 2017an de pêk hatibû û welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê di encama wan civînan de ‘Herêmên Kêmkirina Rageşiyê’ ava kiribûn ku hîn jî hevkariya wan a li Sûriyê berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin