PeyamaKurd – Li Taksîm a Stenbolê şeva borî du xortên ku stranên Kurdî yên evînî distran ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Xortên bi navê Zana Zendo û Serhat Çelîk li kolana Îstiklal a Taksîmê wekî hemû hunermendên din ên li wê derê stranan distrin, wan jî stranên Kurdî yên mîna; ‘Sebra min’ û ‘Xerîbî’ yên evînî distrandin.
Polîsên sivîl bi wesayîtekê piştî hişyarî dan ciwanan ew binçav kirin. Li ser medya civakî gelek kesan bertek nîşanî binçavkirina wan xortan da û ew kiryara qedexekar a li dijî stranên Kurdî protesto kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin