PeyamaKurd – Li navçeya Wêranşar a Rihayê 8 stranbêjên ku li dawetan bi kurdî distran hatin binçavkirin.
Li gorî zanyariyan, cendermeyan bi ser çend şahiyên dawetan de girtin û 8 stranbêjên ku li wan dawetan bi kurdî distran bi hincet û tohmeta ‘propagandaya terorê’ dikin hatin binçav kirin.
Hat zanîn ku endamên koma muzîkê ‘Grup Dewran’ Ahmet Sar, Menduh Sar, Aslan Akmış û Unal Ayneli û 4 kesên din hatine binçavkirin û ew bo Navenda Cendemeyan a Bajêr hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin