PeyamaKurd - Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê di çarçoveya bernameya nû û yekgirtî ya perwerdeyê de ragihand ku pirtûkên dersên dîrok, erdnîgarî û felsefeyê bo zimanê kurdî tên wergerandin.
Serokê Navenda Geşepêdana Bernameyên Neteweyî ya Sûriyeyê Dr. Îsmet Ramazan jî diyar kir, ji bo ku pirtûk bigihîjin sala nû ya perwerdeyê, sê tîmên pispor ên ku ezmûneke wan a mezin di wergera kurdî de heye dest bi xebatê kirine.
Dr. Ramazan tekez kir ku pirtûkên kevn ên Rêveberiya Xweser nayên bikaranîn, lê belê rasterast bernameya neteweyî ya nû ya Sûriyeyê bo kurdî tê wergerandin.
Li gorî daxuyaniyan, di bernameya nû ya perwerdeyê de sembol, îdeolojiya siyasî ya rejîma kevn û mijarên neteweperestiyê bi temamî ji pirtûkan hatine derxistin da ku bernameyeke ku rêzê li hemû pêkhateyên Sûriyeyê digire amade bibe.
12 pirtûkên Kurdî amade ne
Her wiha hat eşkerekirin ku xebata nivîsandina 12 pirtûkên dersa zimanê kurdî ji bo polên 1 heta 12an hatine temamkirin û ev pirtûk li gorî pîvanên Ewropayê (CEFR) hatine amadekirin da ku di destpêka sala xwendinê de li ser şagirdan bêne belavkirin.