Li Sûriyê perwerda Kurdî destpêdike û wê Zankoya Artuklu pirtûkên dersan amade bike

Li Sûriyê perwerda Kurdî destpêdike û wê Zankoya Artuklu pirtûkên dersan amade bike

PeyamaKurd – Hukumeta demkî ya Sûriyê ji bo perwerda zimanê Kurdî ya di dibistanên Sûriyê de, ji bo amadekirina pirtûk û materyalan ji zankoya Artuklu ya Mêrdînê destekê xwest. Eger her dû teref li hev bikin wê pirtûkên dersan zankoya Artuklu beşa Kurdî amade bike.

Hukumeta Sûriyê ya demkî ji bo perwerda zimanê Kurdî ket nav tevgerê ku perwerde ji bo Kurda esas e. Hukumet, dema ket lêgerîna pirtûkan û mufredatan bi zankoya Artuklu re ket pêwendiyan û destekê xwest.

Li ser mijarê, rektorê zankoya Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. İbrahim Özcoşar agahiyan da nûnerê Rûdawê yê Diyarbekirê Maşallah Dekak.

Rektorê zankoyê Prof. İbrahim Özcoşar behsa otoroîta zankoya Artukluyê ya li ser ziman û çanda Kurdî kir û got:

“Mamostên me di komîsyonên amadekirina hînbûna Kurdî û amadekirina pirtûkên dersan de gelek wezîfên baş kirin. Di çarçova pêşdeçûnên li Sûriyê de, di mijara dana dersên Kurdî de, li hev kirin çêbû. Hevdîtinên me yên di vê çarçovê de, ji bo amadekirina bingehên pêdivî, ji bo mamostên me, di vê pêvajoyê de wezîfe bigrin û bandora wan hebe, dewam dikin. Em bende ne ku hevdîtin di nêz de encam bidin.”

Özcoşar: “Di burokrasiya Sûriyê de gelek derçûyên Artukluyê hene”

Rektor Özcoşar, ragihand ku di hukumeta Şamê de hinek wezîr û burokrat ji zankoya Artukluyê der çûne an ku zankoya Artukluyê xwe de xwendine û weha got:

“Zankoya me di mijarên pêwendîdar de, di xebatên bi Sûriyê re têkildar re roleka serpereştiyê dileyîze. Niha %10 xwendevanên me ji Sûriyê ne. Di burokrasiya Sûriyê de gelek xwendevan û derçûyên me hene. Hetta wezîrê Afetê yê Sûriyê niha xwendevanê me ye.

Dema destûra demkî ya Sûriyê amade kirin, mamostên me bi germî di navkar de bûn. Hetta di serî de desteka wan zêde bû. Têkiliyên me yên bi Sûriyê re û bandora me ya li ser Kurdolojiyê eger em bikin yek, em di wê sînerjiyê de ne ku em dikarin di mijara perwerda Kurdî de destekê bidin.”

Kırkan:” Wezîrên Sûriyê ji me xwestin”

Mudirê Enstituya Zimanên Zindî Doç. Dr. Ahmet Kırkan xebatên mufredatê yên bi hukumeta Sûriyê re dikin parve kir. Kırkan got ku hinek wezîrên ji zankoya Artuklu der çûne û niha di hukumeta Sûriyê de wezîrin, ji wan xwestine ku alavên perwerdê ji wan re amade bikin da perwerda Kurdî bikin û weha dewam kiriye:

“Dixawazin em ji wan re ji pola amadekariyê heya pola dawiyê ya lîsê (bakeloryayê) pirtûkên dersa Kurdî amade bikin. Di vê mijarê de li dora 20 salan tecruba me ya ji bera heye. Eger protokol îmza bibe, em amade ne vê tecruba xwe ya akademîk neqlê Kurdên Sûriyê bikin.”

“Ne tenê Rojava lê ji bo Şam û Helebê ye jî”

Doç Ahmet Kırkan ragihand ku perwerda Kurdî ne tenê ji bo Rojava lê ji bo Kurdên Helebê û Şamê ye jî. Yanî ew taxên ku Kurd lê dijîn, dê bi Kurdî perwerde bibin. Kırkan got:

“Ez di çarçova agahiyên ku rayedarên Sûriyê ji me re gotine de dibêjim. Her ciyê ku Kurd lê dijîn, li Sûriyê dê perwerde bi zimanê Kurdî be. Niha li gor wê amadekarî tên kirin. Ev ne tenê bi Qamîşlo û Hasekiyê sînordar e. Taxên şam û Helebe yên ku Kurd tê de dijîn, ew jî di nav de ne. Em ji bo her ciyê ku Kurd lê ne, vê esasê amade dikin.

“Wezîrê ewilî ji Artukluyê ye”:

Di wexta şerê Sûriyê de Raed El Salih ku niha li Sûriyê wezîrê afetêye, li zankoya Artuklu xwendiye û niha lîsansa xwe ya bilind (master) li Artukluyê dike.

Li Sûriyê endamê Heyeta Bilind ya Hilbijartina Sûriyê Muhammed Wali ji zankoya Artukluyê di beşa Zanista Siyaset û Pêwendiyên Navdewletî de lîsansa xwe ya bilind kiriye.