Xwendekarên ku daxwaza perwerdeya Kurdî dikirin rastî êrîşê hatin

Xwendekarên ku daxwaza perwerdeya Kurdî dikirin rastî êrîşê hatin

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê xwepêşandana ku li ber avahiya Walîtiyê ji bo bidestxistin û misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê dihat birêvebirin, rastî êrişeke tund hat.

Komeke ji kesên rûpêçandî û motorsîkletsiwar êrişî xwendekar û rojnamevanan kirin; di encama êrişê de gelek xwendekar û rojnamevan birîndar bûn.

Kesên rûyê xwe girtibun gef li Kurdan dixwarin û pesnê êrişê didin.

Tevî vê êrişê jî, xwendekarên Kurd û aktîvîst tekez dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û ew ê ji daxwazên xwe yên rewa paşve nekşên.

Piştî bûyerê, banga bilez hat kirin da ku xwepêşander li hemberî êrişên wisa bêne parastin û kesên berpirsiyarên vê êrişê bi tundî bêne cezakirin.