PeyamaKurd - Li Beijinga paytexta Çînê, di nav Zanîngeha Pekînê ya Lêkolînên Biyanî (BFSU) de beşa Ziman û Wêjeya Kurdî piştî temamkirina amadekariyên çend salan û wergirtina pejirandina Wezareta Perwerdeyê ya Çînê, bi awayekî fermî dest bi wergirtina xwendekaran kir.
Pisporê zimanê Çînî û mamosteyê Zanîngeha Selahedînê Dr. Barzan Cafer diyar kir ku ev beş di sala 2017an de hatibû vekirin û xwendekar ji îsal ve dikarin bi riya pergala serhêl serlêdanê bikin.
Tê çaverêkirin ku di Îlona 2026an de xula yekem a xwendekaran bi awayekî rûbirû dest bi xwendina xwe bikin û zanîngeh dê her sal 10 û 20 xwendekaran werbigire.
Bernameya xwendinê ya vê beşê bi awayekî pîşeyî hatiye amadekirin; sê salên pêşîn xwendekar dê fêrî zaravayê Soranî bibin û di sala çaremîn de jî dê zaravayê Kurmancî bixwînin da ku hemû diyalektên sereke yên zimanê Kurdî nas bibin.
Dr. Barzan Cafer destnîşan kir ku armanc avakirina peywendiyeke dualî ye û plana wan ew e ku xwendekarên Çînî ji bo pêşxistina ziman werin Herêma Kurdistanê. Niha di Zanîngeha Selahedînê de jî beşa Zimanê Çînî heye ku zêdetirî 100 xwendekar lê dixwînin û ev hevkariya akademîk wekî gaveke stratejîk ji bo bihêzkirina peywendiyên çandî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de tê nirxandin.