PeyamaKurd - Li gelek deverên herêma Cizîrê, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re xwendekaran ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dest bi çalakiyan kirin.
Xwendekarên ku li gelek dibistanên Qamişlo, Til Temir û Çilaxayê derketin qadan, biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya derbarê dayîna tenê 3 dersan di hefteyekê de şermezar dikin û daxwaz dikin ku zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî bibe zimanekî fermî yê perwerdeyê.
Xwendekaran di çalakiyên xwe de pankartên bi nivîsên "Wê zimanê kurdî her zindî bimîne" û "Em tenê mafê xwe dixwazin" rakirin û diyar kirin ku zimanê dayikê beşeke bingehîn a nasnameya wan e.
Beriya niha jî li Til Temirê şênî û saziyên civakî ji bo heman armancê xwepêşandan pêk anîbûn, û xwendekar dixwazin ku mafê wan ê perwerdeya bi zimanê kurdî bi awayê herî berfireh were bicihanîn.