Koalîsyon: “Sûriye êrîsê me kir û me jî li wan xist”

Koalîsyon: “Sûriye êrîsê me kir û me jî li wan xist”

PeyamaKurd- Berdevkê hêzên koalisyona navdewletî ya li hemberê İŞİD ê Myles Caggins li ser mijara lêxistina balafirên koalîsyonê ku li hêzên Sûriyê xistine, bersivê da û weha got:

“Hêzên asayîşê yên Sûriyê êrîşê hêzên koalîsyonê kirin û hêzên koalîsyonê jî bersiva wan da. Hêzên me bi HSD ê re di nava koordînasyonê de li hemberê hucreyên İŞİD ê yên razayî, di wextê wezîfe ya xwe ya dewriyê dikirin, leqayê hêzên hukumeta Sûriyê hatin. Hêzên me bo armanca dewriyê bo hêzên Sûriyê bêjin ber bi wan ve diçûn, hêzên Sûriyê li me xistin û yên me jî bo xwe biparêzin bera hêzên Sûriyê dan.”

Myles Caggins got ku bi sed caran wan li hemberê İŞİD ê operasyonên weha kirine lê tiştekî weha nebûye. Ew naxwazin bi hêzên Sûriyê de lihev bixin û tenê li Dêrezorê û Hesîçayê bo İŞİD ê ji ortê rakin, destekê didin HSD ê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin