Rojava | Sanda Siûdî ji bo pistgiriya HSDê danûstandinên xwe didomîne

Rojava | Sanda Siûdî ji bo pistgiriya HSDê danûstandinên xwe didomîne

PeyamaKurd – Şanda Erebistana Siûdî ku ji Wezîrê Karûbarên Welatên Kendavê Samir El Sabhan seroktiya wê dikir, ev demek e li herêmên bin kontrola HSDê bi eşîrên ereb re hevdîtinan dike.

Şanda Siûdî ku ji eşîrên ereb ên ji HSDê û Rêveberiya Xweser nerazî ne daxwaza piştgiriyê kir ji bo hevdîtinan bi nûnerên Amerîka û HSDê re pêk bîne derbasî Dêrazorê bû.

Serdana şanda Erebistana Siûdî ji aliyê çavkaniyên ragihandinê yên Sûriyê ve jî hat piştrastkirin û hat ragihandin ku ji bo êlên ereb piştgiriya HSDê bikin di nav danûstandinan de ye.

Li gor nirxandinan Erebistana Siûdî, Misir û Îmaratên Erebî di krîza Sûriyê de, ji nû ve wekî aktor xwe derdixin pêş ku dixwazin eşîrên erebên Sûriyê li dijî polîtîkayên Tirkiye û Qeterê rawestin û di bin bandora wan de nemînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin