Îro Cejna Cema ya Êzidiyan e

Îro Cejna Cema ya Êzidiyan e

PeyamaKurd – Îro Cejna Cema ya Êzidiyan e ku salane dikeve destpêka meha Tebaxê û 2 rojan berdewam dike, nêzîkî 2 hezar kurdên Êzidî bo beşdarbûna Cejna Cema, çûn Mezargeha Şerfedîn a li Şingalê.

Rêûresma Cejna Cema 2 rojan berdewam dike, beşeke mezin ji peyayên olî û kesayetiyên Kurdên Êzidî beşdar dibin û îsal tenê nîvê wan welatiya çûne Mezargehê.

Simaîl Behrî, Mgêwrê Mezargahê Şerfadîn dibêje, "Îro Cejna Cema ye, pariya Şerfedîn tê siwarkirin. Em li ber Şerfedîn duaxwazin ji Êzidiyan, xêr, xizmetê, îbadetê, tifaqê û xêrê re."

Mezargeha Şerfedîn pîroztirîn mezargehên Kurdên Êzidî ye li Şingalê û nêzikî 2000 kes di merasîma Cejna Cema de li wê Mezargehê amade bûn.

Cejna Cema salane dikeve destpêka meha Tebaxê û bo dema 2 rojan berdewam dike. Îsal li gor par rêjeya beşdaran ji %50 kêm bû di wê merasîmê de.

Piştî sala 2014an ev yekem car e bi vê rêjeyê xelk serdana Mezargeha Şerfedîn dike û tu kesî di merasîmê de maske û lepik bi kar neaniye, Tendirustiya Şingalê jî dibêje ew nikarin kontrola xelkê bikin.

Sala 2014an DAIŞê 17 caran êriş bir ser Mezargeha Şerfedîn û berdewam êrişên wan dihatin şikandin ji aliyê Pêşmerge û şervanên Êzidî ve.

Heta niha nêzikî 3 hezar Pêşmerge Mezargeha Şerfedîn û derdora wê diparêzin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin