Pedersen dest bi wezîfa xwe ya bo Sûriyê kir

Pedersen dest bi wezîfa xwe ya bo Sûriyê kir

PeyamaKurd- Dîplomatê Norweçî Geir O. Pedersen bû temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê taybet yê Sûriyê. Geir O. Pedersen li bajarê Cenevreyê li Îswîçreyê di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku tîma xwe ya li bajêr ya baregeha Neteweyên Hevgirtî ziyaret kiriye û dest bi wezîfa xwe kiriye.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres piştî ku temsîlkarê berê yê NH yê taybet bo Sûriyê Staffan de Mistura ragihandibû, wê di meha 11an de îstîfa bike, Pedersen anîbû ser vê wezîfê.

Pedersen piştî şerê 8 salan yê navxweyî yê Sûriyê temsîlkarê 4 emîn yê Neteweyên Hevgirtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin