Parêzgarê Hewlêrê: Hûn pabendî rêkaran nebin, emê rûbirûyê karesatê bibin

Parêzgarê Hewlêrê: Hûn pabendî rêkaran nebin, emê rûbirûyê karesatê bibin

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî got, pêwîst e hemû welatî pabendî rêkarên tenduristiyê bibin, heger pabend nebin jî, emê bi karesatekê re rûbirû bibin.

Qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê heta 1ê Nîsanê hatiye dirêjkirin. Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî daxwaz ji welatiyan dike ku pabendî rêkarên Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Navxwe bibin.

Ferset Sofî ji K24ê re ragihand, îro bi berawirdekirina bi rojên borî re, welatî bi awayekî kêmtir li ser kolanan tên dîtin û got: “Careke din daxwaz ji welatiyan dikim ku pabendî rêkaran bibin, heger pabend nebin, em rûbirûyî karesatekê dibin û wek welatên din dikevin rewşeke xirab.”

Sofî diyar kir, heger welatî pabendî rêkaran nebin, ew neçar dibin rêkaran tundtir bikin.

Parêzgarê Hewlêrê da xuyakirin, ji bo parastina jiyana welatiyan, ew her hewlekê didin, lê divê welatî jî hevkar bin, ji ber ku ev kar bi tenê nayê kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku doh 12 kes û îro jî 6 kesên din li Hewlêrê tûşî vîrusa korona bûne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin