PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, piştî hevdîtina xwe û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a li Lûtkeya Civata Giştî ya Yekîtiya Ewropayê (YE), daxuyaniyek da çapemeniyê. Scholz eşkere kir ku ew ji gotinên Erdogan ên li ser Şanghayê, nerehet bûye.
Di çarçoveya Lûtkeya Civata Giştî ya Yekîtiya Ewropayê ya 77emîn a ku li New Yorkê tê rêvebirin de hevdîtinên serkirdeyên welatên endam ên YEyê dewam dikin.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, piştî ku duh bi Recep Tayip Erdogan re hevdîtinek kir, daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser nêzîkahiya Erdogan a li hember Rêxistina Hevkariya Şanghayê.
Serokwezîrê Alman got,
"Ev rêxistin, ne rêxistineke ku tevkariyê li yekîtiya gerdûnî dike. Ji ber vê yekê jî ez ji ber vê pêşveçûnê, gelek nerehet bûm.”
Erdogan, dixwaze Tirkiyeyê bike endam
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di dema Lûtkeya Şanghayê, daxuyaniyek dabû rojnamevanan û eşkere kiribû ku hedefa wan ew e ku ew Tirkiyeyê bikin endamê vê rêxistinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin