TTB: Li Stenbolê zêdetir ji 100 bijisîk û karmendên tendirustiyê tûsî koronayê bûne

TTB: Li Stenbolê zêdetir ji 100 bijisîk û karmendên tendirustiyê tûsî koronayê bûne

PeyamaKurd – Yekîtiya Bikîşkên Tirkiyê (TTB) ragihand ku li Stenbolê zêdetir ji 100 bijişîk û karmendên tendirustiyê tûşî koronayê bûne.

Li gorî zanyariyên TTBê;

Li Stenbolê hejmara nexweşan 2 hezar e û hejmara haletên tûşbûyî zêdetir ji 200î ye.

Li Stenbolê zêdetir ji 100 bijîşk û karmendên tendirustiyê enfekte bûne.

Li Amedê nêzî 150 kes ji ber Covid-19ê yan jî bi gumana Covid-19ê di bin  çavdêriyê de ne. Rewşa 6 kesan giran e û heya niha 5 kesan ji ber wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên dawîn yên  Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, hejmara tûşbûyan gihîşt 10 hezar û 827 kesan û tevî 37 kesên îro can dane hejmara miriyan jî bû 162 kes.

Herwiha 725 kes di beşên nexweşên giran ên nexweşxaneyan de ne û rewşa tenduristiya 523 kesan jî giran e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin