PeyamaKurd – Hejmara kuştiyên êrîşa ser avahiya ewlehiyê li eyaleta Xezne ya Afganistanê zêde bû û gihîşt 31 kesan. Herwiha 24 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Afganistanê ragihandin ku di encama êrîşa ser avahiya hêzên ewlekariyê de ku bi otomobîleke bombebarkirî pêk hat heta niha 31 kesan can daye û 24 kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan êrîşa bi wesayîteke Humvee ya Amerîkî hatiye kirin û li cihê teqînê hêzên komando hebûn.
Hîn ti aliyekî berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin