PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li nêzîkî navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 2 çekdarên gruba Ehrar El-şerqiye, dema erdên xelkê Efrînê cot dikirin, di encama teqîna mayînekê de mirin.
Li gor jêderên herêmê, bûyer doh qewimî ye û dema du çekdaran xwestiye erdê koçberekî xelkê Efrînê li nêzîkî navenda bajêr, bi traktorê bajon, mayînek tê de teqiya ye û di encam de ew herdu çekdarên bi ser grûba Ehrar El-şerqiye hatine kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye koma çekdarên opozîsyonê yên alîgirên Tirkiyê Ehrar El Şerqiye dest daniye ser gelek mal û milkên xelkê Efrînê yên hatine koçberkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin