Pirtûka “Duzimanî Zarok û Perwerdehî” hat wesandin

Pirtûka “Duzimanî Zarok û Perwerdehî” hat wesandin

PeyamaKurd - Nivîskar Cemîl Guneş e ku bi xwe jî dersdar e, pirtûka “Duzimanî Zarok û Perwerdehî” amade kir û ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Weqfa Mezopotamya ve hat weşandin. Nivîskar Cemîl Guneşî xwestiye di pirtûkê de bala akademî, akademîsyen û lêkoleran bide ser pirsgirêkên zarokên duziman.

Nivîskar armanca vê lêkolînê wiha diyar kir: “Tesbîtkirina pirsgirêkên zarokên duziman e ku di dibistanên yekziman da dixwînin. Bi vê lêkolînê pirsgirêkên zarokên duziman yên wekî xwendin, nivîsîn, famkirin, pêwendîdanînê ku di dibistanên yekziman da dijîn, hatiye lêkolînkirin.”

Li gor vê lêkolînê, “Li dibistanên Tirkiyeyê avantaja zarokên duziman ji wan ra dibe dezavantaj. Ev dezavantaj bandora xwe li perwerdehî, jiyan, têkilî û serkeftina zarokan ya akademîk dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin