PeyamaKurd- Kaptanê Tirk bi rêya qaçax xwest ku 7 hemwelatiyên Sûriyê bibe Yûnanistanê. Leşkerên Yûnanî li kaptanê Tirki xistin û wî birîndar kirin.
Kaptanê Tirk, bi tekna xwe ya suretê xwest koçberan ji navçeya Bodrûma Tirkiyê bibe Yûnanistanê lê dema ket nava sînorê behra Yûnanê, leşkerên Yûnansitanê lê xistin. Kaptanê Tirk û 7 hemwelatiyên Sûriyê, bi birîndarî birin Girava Kosê û li nexweşxanê niha tedawî dibe.
Asayîşa Yûnansitanê dibêje ku tevî kaptan hişyar kirine jî, kaptan ranewestiyaye. Bûyer vê sibê siet li dora 05.00a çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin