Trump bi tundî Biden û komên çep ên radîkal sermezar kir

Trump bi tundî Biden û komên çep ên radîkal sermezar kir

PeyamaKurd Li ser êrîşên li hêzên ewlehiyê tê kirin, Serokê Amerîkayê Trump bi tundî ji “komên çep ên radîkal”got: “Çepên radîkal li Amerîkayê şerekî eşkere yê hêzên ewlekariyê dikin. Bi sedan efser li seranserê welat ji aliyê komên çep ên radîkal ve hatine birîndarkirin. Em herdem vê dibînin. Tikaye êdî bes e bila hinekî xweşiyê bikin. Demeke zêde li ber destê me ye.”

Li Nevadayê di kampanya hilbijartinê de Trump, Joe Biden û alîgirên wî jî bi piştgirîkirina komên radîkal tohmetbar kir û got, ew kesên tevlîheviyê çêdikin, bêhna hêzên ewlekariyê çikandine. Trump diyar kir, Joe Bidenê razayî jî, li ser şerê li dijî polîsan berdewam dike.

Serokê Amerîkayê, hevxemiya xwe bo wan herdu berpirsên polîsên Los Angelesê derbirî û got: “Li gel destpêka vê şeva me, hevxemiya xwe bo wan herdu berpirsên polîsên Los Angelesê tînim ziman ku ji ber birînên xwe dinalin piştî ku komeke çete êrîşî otomobîla wan kir û teqe li wan kirin. Îşev em tekezê li ser xoşewîstî û piştîvaniyê bo malbatên wan dikin, em daxwazê ji Xweda dikin zû şîfayê bo wan bişîne.

Trump herwiha komên çep ên radîkal bi wê yekê tohmetbar kir ku êrîşî hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê dikin û diyar kir: “Çepên radîkal li Amerîkayê şerekî eşkere yê hêzên ewlekariyê dikin. Bi sedan efser li seranserê welat ji aliyê komên çep ên radîkal ve hatine birîndarkirin. Em herdem vê dibînin. Tikaye êdî bes e bila hinekî xweşiyê bikin. Demeke zêde li ber destê me ye.”

Aciziya Trump di dema berdewambûna kampanya hilbijartina serokatiya Amerîkayê û herwiha teqekirina li du berpirsên polîs li Los Angelesê ji aliyê çend kesên nenaskirî ve di dema çêbûna alozî û tevlîheviyê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin