Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa Koronayê hatin eskerekirin

Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa Koronayê hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 107 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, 2 kesan jî ji ber wê can dan.

Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, di nava 24 saetên borî de, 2 kes ji nexweşên Koronayê can dane û 107 kes jî bi vê vîrusê ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Ciwan Mistefa da zanîn,  kesên ku can dane zilam in û yek ji Hesekê û yek jî ji Dêrikê ye.

Ciwan Mistefa da zanîn, ji 107 kesên tûşbûyî, 58 mêr û 49 jin in, ku 21 kes li Hesekê, 23 kes li Qamişlo, 29 kes li Dêrikê, 11 kes li Girkê Legê, 2 kes li Rimêlan, 3 kes li Çil Axa,  2 kes li Tirbespî, 5 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, kesek li Til Temir, kesek li Kampa Holê, 4 kes li Dêrezorê û 3 kes jî li Reqayê ne.

Herwiha Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, ji do ve heta îro 11 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, 2,739 kes zêde bûye, ku 90 kesan can dane û 620 kes jî heta niha baş bûne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin