Di Forma Koçberan ya Kureyî de soza 7,7 mîlyar dolarî hat dayîn

Di Forma Koçberan ya Kureyî de soza 7,7 mîlyar dolarî hat dayîn

PeyamaKurd- Li Baregeha Cenewreyê ya Neteweyên Hevgirtî ya Îswîçreyê, do forma koçberan ya Kureyî destpêkiribû û form di dawî bû. Di formê de Pakistan, Kosta Rika, Etiyopya û Almanya hevserokatiyê dikir. Neteweyên Hevgirtî ragihandina xwe bi awayeka nivîskî kir û got ku Grûba Banka Dinyayê soz daye ku koçber û welatên bo koçberan xwediyê malê ne, wê desteka sektora taybet bikin û bo peydakirina îşên nû li dora 4.7 mîlyar dolarî pere soz daye.

Di beyanê de hat gotin ku Banka Amerîkî ya geşepêdanê ya bi navê Interê, bi miqdarê 1 mîlyar dolarî soz daye. Ji bilî vana jî ji welatên cuda tevlî formê bûne û soza 2 mîlyar dolarî dane. Di beyanê de hat ragihandin ku li seranserê dinyayê li dora 25.9 mîlyon kes koçber hene û sektora taybet heya niha soza alîkariya herî berfireh bo wan daye.

Komîserê Bilind yê Koçberan ê NH Filippo Grandi, wê civîneka berfireh çêbike û di derbarê encama sozên ku di formê de hatine dayîn de agahiyên herî dawî parvebike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin