PeyamaKurd – Piştî ku îro Duşemê Dolar li hember Lîreyê Tirk car din rekor şikand û 1 dolar bû 8.07 lîre Wezîrê Gencîneyê û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak ku bixwe zavayê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan e daxuyanî da û got, aboriya ketiye xet pêşveçûnê.
Krîza aborî li Tirkiyê piştî daxuyaniyên Erdogan ên derbarê ceribandina S-400ên rûsî, Fransa û şerê Qerebaxê yê navbera Ermenistan-Azerbaycanê de, car din bi bilindbûna nirxê dolar û euro xwe da der.
Îro li bazarên Tirkiyê nirxê dolar gihîşt 8.07 lîreyê tirk û euro jî gihîşt 9.48 lîreyan.
Piştî bilindbûna dolar Berat Albayrak li hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku daneyên dawî nîşan didin ku aboriya Tirkiyê ketiye xeta pêşveçûnê.
Beriya bi du mehan jî Albayrak ragihandibû ku pêşbîniya wan ew e ku di sala 2023yan de dolar bibe 8.02 lîreyê tirk, lê di du mehan de nirxê dolar ew pêşbînî derbas kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin