Neçîrvan Barzanî: “Taziya Dayê Ayse taziya min e”

Neçîrvan Barzanî: “Taziya Dayê Ayse taziya min e”

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê li kurê ‘Diya Şehîdan’ Dayê Ayşe geriya geriya û bi sedema wefata diya wî ku diya 3 pêşmergeyên şehid bû, sersaxiyê dayê. Diya 3 Pêşmergeyên şehîd Ayşe Taha Osman, îro li navçe ya Sorana bi ser Hewlêrê de, koça dawî kiribû.

Serokê herêmê Neçîrvan Barzanî, li kurê wê Xurşîd Osman Yûsûf geriya û bi sedema wefata diya wî xemgîniya xwe anî ziman. Barzanî weha got:

“Ez taziya dayê Ayşe weka taziya xwe dizanim. Ji Xwedayê mezin bo Dayê Ayşe rehmetê û bo malbat û mirovên wê sebrê dixwazim.”

Ayşe Taha Osman, li naçeya Soranê dijiya û temenê wê bûbû 94 sal. Rêvebirê nexweşxane ya Saoranê ya Aştiyê Dr. Rşzgar İzetxan bo Rûdawê ragihandiye ku siet di 14.45 an de wê birine nexweşxanê û doktor 20 deqe pêre meşxûl bûne da wê dagerînin lê encam nestendine. Ji ber ku berya bigihînin nexweşxanê jiyana xwe ji dest dabû.

3 kurên Ayşe Taha Osman yên bi navên Ahmed Osman, Necat Osman û Mewlûd Osman di 25 ê cotmeha 2014 an de li bajarê Mûsilê li navçe ya Zimarê di şerê li hemberê İŞİDê de, bi hevre şehîd ketibûn.

Dayê Ayşe di 25 ê Êlûna 2017an de di “referandûma serxwebûna Kurdistanê” de, dengê xwe dabû û weha gotibû:

“Dixwazim dewleta Kurdistanê ya serbixwe bibînim û paşî bimrim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin